Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîyarbekir jibo Roja Aştî ya Cîhanê Amade ye


Komîteya Amadekar ya Mîtînga 1'ê Îlonê, Roja Aştî ya Cîhanê, li Dîyarbekirê bi daxuyanîyekê banga beşdarbûnê kirin.

Hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Zubeyde Zumrut xuya kir ku li Rojhilata Navîn 1'ê Îlonê di bin sîya şer de wê bê pîroz kirin.

“Kurd jî jiber êrîşên hov yên DAÎŞ li ser Şengalê, di nav xemgînîyeke mezin de vê rojê pêşwazî dikin.”

Zumrut bi berdewamî got, jibo xwedî derketineke mezin ya gelê Şengalê û jibo aştîya mayinde, divê gelê Amedê ji 7 salî heta 70 salî beşdar bin û dengê xwe li cîhanê bilind bikin.

Hêjayî gotinê ye çend roj berê malpera El Cezîra ya Tirkî îdia kiribû ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyama îsal ya 1'ê Îlonê bi rêka vîdyo bide.

Li ser wê îdiayê, Zumrut got ew hêvî dikin ku peyama Ocalan bi vîdyo were belav kirin.

XS
SM
MD
LG