Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Dijî Şer û Operasyonan Mîtinga Aştiyê Hate Lidarxistin


Bloka Aştiyê li Stenbolê bi beşdariya hezaran kesan jibo pêkanîna aştiyê û rawestandina şer mîtinga aştiyê li dar xist.

Di xwepêşandana roja Yekşemê bi sernavê ‘AKP Şer Dixwaze, Emê Aştiyê Ava Bikin’ pêk hat de, bangewazî li hikûmeta demkî ya AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hate kirin ku dawî li siyaseta şer bînin.

Di daxuyaniya Bloka Aştiyê de, hate xwestin demûdest şer û operasyon rawestin û di zemîna parlemanê de bi awayekî demokratîk muzakere destpê bikin.

Berdevkê Bloka Aştiyê Gençay Gursoy got, “Ji serpêhatiyên salên borî em baş dizanin bê berdêla şer çiye, loma jî em bi yekdengî ji şer re dibêjin na.”

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li mîtinga Aştiyê rexneyên tund li hikûmeta AKP’ê û Serokomar Erdogan kirin.

“Heke dengê aştiyê li tevahiya Tirkiyê olan bide, nikarin rojekê jî şer bidomînin. Serokwezîr Davutoglu dibêje, em amade ne zarokên xwe feda bikin. Divê malbatên leşker, polîs û gerîlayan ji wan re bêjin, me zarokên xwe ne jibo ku hûn li serayan rûnin û diziyê bikin mezin kirine.”

Demîrtaş herwiha li kiryarên AKP’ê amadehiya partiya xwe jibo hibijartineke pêşwext jî eşkere kir.

“Yên ku komkujî li ser xelkê sîvîl dike hûn in, lê ji me re dibêjin qatil. Medyaya we ya bi pere, jibo komkujiya Zergeleyê got, balafiran tam îsabet kiriye. Emê jî vê carê di sindoqên hilbijartinê de, tam îsabetê bikin.”

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cesîm Soylu got, bi beşdariya xurt gel li dijî polîtîkayên şer sekneke baş a aştîxwaz û azadîxwaz nîşan da.

Yek ji beşdaran, Fîgen Daricik jî got, van rojên dawî hikûmet dixwaze xwîn bê rijandin, loma divê ew piştevaniya Demîrtaş bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG