Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pedersen Dibêje Dawî li Girjîya Sûrîyê Nehatiye

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jibo Sûrî Geir Pedersen hişyarî da ku girjîya li Sûrîyê didome.

Pedersen got ku tevî Beşar Esad ji Sûrîyê çûye jî dawî li girjîyê nehatiye û bal kişand ser pevçûnên komên bi pişgirîya Tirkîyê û komên Kurdan.

‘’Berî agirbest were ragihandin di du hefteyên dawî de pevçûnên giran qewimîn. Dema agirbesta jibo 5 rojan tije bû û ez jiber nûçeyên ser gurbûna girjîya leşkerî ketime fikaran.’’

Wî hişyarî da ku gurbûna girjîya li bakurê Sûrîyê dikare felaketeke mezin çêke.

Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wan hêzan dike.

HSD di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda pêş ya Amerîka ye, lê Tirkîye YPG’ê wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) yê li Sûrîyê dibîne û dibêje herdu jî komên terorê ne.

Karbidestên Amerîkî hevkarîya bi HSD’ê ya jibo dijî DAIŞ’ê girîng dibînin û dibêjin operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê fikaran çêdikin.

Jêder: AFP, Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG