Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Geir Pedersen: Di Hevdîtinên bo Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê de Ti Lihevkirin Çênebû


Di gera duyê ya hevdîtinên Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê de, ku li Cenevrê li dar ket, ti lihevkirin çênebû.

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Sûrîyê Geir Pedersen dîyar kir ku ew bi şandeyan re axifîne lê lijneya giştî ya bi 45 kesan kom nebûye.

‘’Em hewil didin ku lihevkirinekê çêkin, lê em hîn negêhiştine wê astê’’ Pedersen got.

Di komîteyê de ji her komeke rejîmê, ji serhildayan û ji sazîyên sîvîl 15 kes hene.

Pedersen da zanîn ku serokên şandeyên rejîm û serhildayan tenê ser pozîsyonên xwe diaxifin û jiber wê ew nikarin bo ramaneke hevbeş kom bibin.

Karbidestên NY’ê amaje dikirin ku hevdîtinên bo qanûna bingehîn ya Sûrîyê dikare rê li ber lihevkirina sîyasî û hilbijartinê veke.

XS
SM
MD
LG