Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pederson jibo Veguhestineke Berfireh û Hembêzkar li Sûrîyê bi Rêberê HTŞ Şeraa re Civîya


Ofîsa Nûnerê NY yê Sûrîyê Geir Pedersen îro Duşemê ragihand ku Pedersen bi fermandarê rêvebirîya nû ya Sûrîyê Ahmed el-Şeraa hevdîtinek pêk anî.

Pedersen dihevdîtinê de bang li alîyên Sûrî kir ku li ser biryara 2254 ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî veguhestineke hembêzkar ya berfireh li Sûrîyê pêk were.

Fermandarîya Giştî ya desthilatdar ya Sûrîyê, di daxuyanîyeke cuda ya derbarê civînê de got ku wan li ser pêdivîya pêdeçûna biryara Civata Ewlekarî ya 2254 gotûbêj kir û bal kişand ku divê ew biryar "li gor rastîya nû" were vejandin.

Ew civîn, jibo rêberê Hayat Tehrîr el-Şam (HTS) Şeraa yek ji hevdîtinên navnetewî yên herî girîng e ku pîştî rûxîna rejîma Beşar Esad, wek hêza desthilatdar Şamê kontrol dike.

Ofîsa Pedersen herwiha ragihand ku nûnerê taybet li ser encamên civîneke navnetewî ya Şemîyê ya li Urdunê agahî da Şeraa û dîyar kir ku veguhestineke pêbawer, hembêzkar ku ji alîyê Sûrîyan ve pêk tê û hemagenha biryara 2254 ya NY ye, pir hewce ye.

Pedersen taybetî pêgirî li ser daxwaza Netewên Yekbûyî kir ku dixwaze alîkarî pêşkêşî gelê Sûrîyê bike.

Rêvebirîya nû ya Şamê ya bin pêşengîya HTŞ, ku ji alîyê hêzên Rojavayî û Tirkîye jî di nav de, ji hêzên herêmî ve wek komeke terorîst tê dîtin, hin hûrgilîyên ser siberoja rêvebirîna Sûrîyê bi bîrgiştî re parve kirine.

Serokwezîrê nû yê destnîşankirî Mihemed Beşîr, ku berê rêbertîya hikûmeteke girêdayî HTS ya li Îdlibê kiribû, got ku ewê heta meha Adarê li ser kar bimîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku Biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî, ku di sala 2015’an de hatibû pejirandin, jibo dîyarkirina siberoja Sûrîyê wek xala serekî ya dîplomasîyê derketîyê pêş.

Di biryarê de piştgirî ji prosesa sîyasî ya bi serkêşîya Sûrîyan re tê dayîn ku bi navbeynkarîya Netewên Yekbûyî ve were meşandin û di nav şeş mehan de "rêvebirîyeke pêbawer, berfireh û ne mezhebî" ava dike û bernivîs û prosesa nivîsîna zagoneke bingehîn ya nû datîne.

XS
SM
MD
LG