Li navenda Hunerî ya Diyarbekirê bi navê “Li ser rêça rêwîtiya Îran û Kurdistanê: Pizzeriya Babylon” pêşengeheke ‘hunera rojane’ destpêkir. Pêşengeha ku bi navê Pizzeryia Babylon hatiye amade kirin, ji berhemên hunermend Cemîl Kemanger û Kale Hamme ve pêk tê. Pêşengeh bi koordinatoriya Sezgin Boynikî yê ku li Helsinkî doktoraya politqayên kulturî dike, tê birêvebirin. Ev hersê hunermendên ku di warê hunera modern de berheman diafirînin bi vê pêşengê dixwazin nîşan bidin ku huner çawa biserbixwe û ji hev cuda tê afirandin û herweha bi rastîhevhatinên kulturî çawa li her derî belav dibe.
Hunermendê Finlandî Kale Hamme di derbarê pêşengeha “li ser rêça rêwîtiya îran û Kurdsitanê: Pizzeriya Babylon” dibê ku Ev projeya hunerî ya ku ji sê beşan pêk tê, li ser hizra ji nu ve nîrxandina kitêba vebînera İngilîz İsabella Bird ya bi navê “Rêwîtiya Îran û Kurdsitanê” ve derketiya holê. Hamme destnişan dike ku kitêba İsabella Bird di sala 1891 de hatiye çap kirin.
Ev hunermendên ku bi piranî li ser mijarên marjinalî, koçberî û hevberiya kulturî duşuxulin, di vê projeya xwe ya ku di sala 2003’an de çêkirine, li Kurdistana İranê, li ser rêça Birdê ketine rê û ji kurdên ku li vê herêmê dijîn hizrên İsabella Birdê ya ku sed sal berê li ser vê herêmê nivisiye, pirsîne. Du beşên pêşengehê, ji wêne û ji vidyoyê bibîranînê gundiyên Afaryana jorîn a ku li ser Kamyaranê ye, pêk tê. Beşa sêyem jî ewe ku li heywana pêşengehê, li ser 6 maseyan kereseyên pîzzayê, îcad û terifa çêkirina wî bi wêne hatine nîşandan. Hunermend dibên ku bi vê beşê jî dixwazin ku zehmetiya diyar kirina eslê pizzayê nişan bidin ku ev xwarin îro buye xwarineke cîhanî…
Pêşengeha balkêş, dê heta 9’ê meha Gulanê, li Navenda Hunerê ya Diyarbekirê vekirî be.