Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Telefona Serokomarê Îraqê Tevî 3 Serokan, 10 Serokwezîran Û Şahekî Dibin Armanca Pegasus


Barham Salih Serokomarê Îraqê
Barham Salih Serokomarê Îraqê

Ajansa Reuters, herwiha Rojnam Washington Post roja Sêşemê dabûn zanîn ku telefona Serokê Îraqê Barham Salih di nava lîsta çavdêrî ya bernama Pegasus daye, ku ew list ji 50,000 nimrên telefonan pêk tê ku hatine hilbijartin da ku dibe sîxûrî bi ser wan de hatbaye kirin, ev yek ji encama lêkolîn û lêpirsînên derbarê pirsa Bernama sixûrî ya Pegasus de derketine holê.

Rojnama Washington Post dide zanîn ku, lê şiyanên piştrastkirinê nebûn kanê bernama sixûrî ya Pegasus ya ser bi şerîketa NSO Group ya Îsraîlê ve karîne sîxûriyê bi ser telefona Barham Salih de encam bidin yan jî her hewildanek rûdabe jibo encamdana karê sîxûriyê.

Dr. Barham Salih, Serokomarê Îraqê yek ji 3 serokan, 10 Serokwezîran û şahekî ye, ku hejmara telefonên wan di lîsta çavdêriya sîxûrî ya çaverêkirî da bû.

Ev encame, perçeke ji lêpirsîneke navnetewî ku "Washington Post" jî beşeke ji beşdariya 16 saziyên ragihandinê bo lêpirsîna li dij şerîketa Îsraîlî NSO.

Lê peyvdarê NSO nexwestiye bersiva daxwaza demûdest ya raporta Washington Post bide.

Li aliyek din saziya USAGM (Ajansa Amerîkî ya Medya Globalî) doh 20 Tîrmehê daxuyaniyek derbarê projeya Pegasus ya çavdêriya sixûrî li ser telefonan weşand û dibêje çûna di nava telefonên rojnamevanan de biçûkxistina Azadiya Rojnamegeriyê ye.

USAGM, turebûna xwe anî ziman derbarê wan raportên dibêjin ku di nava lîsta telefonên çavdêr kirî de yên şerîketa NSO nimrên 180 rojnamevanan jî hebûn, di nav de rojnamevanên karmend yên Dengê Amerîka VOA, Radioya Ewrupa Azad, Radioya Azadiyê RFE/RL.

Dihat payîn ku ew armanca bernameke sîxûrî kirinê ya pêşkeftî de bûn di astê leşkerî de.

Derbarê bûyerê CEO ya Karbirêvebera ya saziya USAGM Kelu Chao di daxuyaniyê de dibêje "Aarmancgirtina axiftên taybet yên rojnamevanan bi her awayê be karek nerewaye."

Washington Post ku beşeke ji projeya lêpirsînê ya bi navê consortium dide zanîn ku hejmarek kêm ya rojnamevanên Dengê Amerîka di nav daye, herwiha hikûmeta Azerbaycanê Bernama Pegasus bi kar anîye bo sîxûriya bi ser sedan rojnamevnan de bike, di nav de rojnamevanên RFE/RL jî hene.

Khadija Ismayilova
Khadija Ismayilova

Khadija Ismayilova yek ji rojnamevanên Azerbaycanî ye ku bûye armanca çavdêriya sîxûrî ji aliyê hikûemta Azerbaycanê ve bi rêya bernama Pegasus.

Ji hejî bîrxistinê ye ku rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî Ai (Amnesty Intenational) di raport xwe ya roja Sêşemê ku li maplera rêxistinê hatiye weşandin dide diyarkirin ku, li gur belgeyên nû derketiye ku telefonên 14 serok û serokwezîran di lîsta bernama Pegasus de cih digirin, jibo sîxûrî bi ser wan de bihê kirin.

Serokê fransa Emmanuel Macron
Serokê fransa Emmanuel Macron


Weke "Ai" dibêje, serokê Fransa Emmanuel Macron, yê Pakistan Imran Khan û yê Afrîqa Başûr Cyril Ramaphosa, herwiha telefonên sedan berpirsên hikûmetan hatine hilbijartin bo guhdarî kirinê ji aliyê bernama sîxûriyê yê ser bi şerîketa NSO Group ve ye.

XS
SM
MD
LG