Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 4,700,000 Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 4,700,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 4,716,513 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 1,486,757 e.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 280,000 pêketîyan Rûsya, li dû wê jî bi 245,000 pêketîyan Brîtanya tê

Jiber vîrusa korona li Amerîka 89,562 li Brîtanya 34,716 û li Îtalya 31,908 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tomar kirin û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê hata niha 84,054 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG