Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 5,000,000 Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 5,000,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 5,001,494 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 1,551,853 ye.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 308,000 pêketîyan Rûsya li dû wê jî bi qasî 292,000 pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 93,439 li Brîtanya 35,786 li Îtalya 32,330 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG