Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 5,200,000 Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 5,200,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 5,205,572 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 1,600,481 e.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 330,000 pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 326,448 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka b95,921 li Brîtanya 36,475 û li Îtalya 32,616 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê mirine

XS
SM
MD
LG