Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 8 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 8,000,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 8,001,138 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî pirtir ji 2,100,000 kes bi wê vîrusê ketine.

Li dû Amerîka, bi 888,000 pêketîyên vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 536,000 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 116,000 kes li Brezîlya bi qasî 44,000 kes li Brîtanya 41,820 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raberdikin ku li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG