Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 8,500,000 Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 8,500,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 8,566,787 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 2,200,000 e.

Li dû Amerîka, bi 978,000 pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 568,000 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 118,000, li Brezîlya bi qasî 48,000 û li Brîtanya jî pirtir ji 42,500 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 4700 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG