Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 9 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 9 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 9,015,582 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 2,300,000 e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 1 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 591,000 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 120,225, li Brezîlya 50,591 û li Brîtanya 42,731 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,639 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG