Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 10,7 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 10,7 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 10,703,852 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 2,7 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 1,440,00 pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 660,000 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 516,424 kesan jîyanên xwe ji dest dane ku ji wan 128,062 kes li Amerîka, 60,632 jî li Brezîlya mirine.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 85,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,641 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG