Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 11,4 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 11,4 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 11,458,291 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 2,9 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 1,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 697,000 pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka bi qasî 130,000 li Brezîlya pirtir ji 64,000 û li Brîtanya jî 44,305 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrusa di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 85,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,641 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG