Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 18 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 18 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 18,082,307 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 4,6 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 2,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 1,8 milyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 154,860, li Brezîlya 94,104 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 88,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,669 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG