Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 23 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên tespîtkirî 23 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 23,134,358 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 5,6 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 3,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 2,9 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê pirtir ji 800,000 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 176,348 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 114,250 mirina Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4711 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG