Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 25 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 24 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 24,007,049 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 5,8 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 3,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 3,2 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê bi qasî 822,000 kesan jîyanên xwe ji dest dane.Amerîka bi 179,310 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 116,580 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû ji wir derbazî dewletên din bûbû.Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine 4,712 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG