Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 30 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 29 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 29,007,970 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 6,5 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 4,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi 4,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê heta niha 924,116 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 194,081 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 131,625 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 5 hezar kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG