Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona 32 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 32 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 32,059,999 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 7 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 5,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 4,6 mîlyon pêketîiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 979,701 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 202,558 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 138,977 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,738 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG