Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 40 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 40 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 40,063,546 kes bi vîrusa korona ketine.

Virusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 8,1 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 7,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,113,352 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 219,674 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 153,675 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG