Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 42 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 42 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 42,030,333 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 8,4 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 7,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,140,953 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 223,730 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û bi 155,900 mirinan Brezîlya li dû wê heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,077 kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG