Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 44 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 44 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 44,000,315 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî helatî hejmara pêketîyan pirtir ji 8,7 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 7,9 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi 5,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 1,167,634 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 226,722 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi157,946 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,222 kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG