Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 52 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 52 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 52,145,629 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tomar kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 10,4 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 8,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,284,737 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 241,800 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 163,368 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,752 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG