Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 53 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 53 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 53,166,374 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 10,6 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 8,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê heta niha 1,312,857 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 243,387 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 164,281 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di Berfanbara 2020’an de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,789 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG