Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 56 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 56 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 56,024,130 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 11,4 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 8,9 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,9 mîlyon pêketîyên din Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,345,639 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 249,733 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 166,699 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019'an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,894 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG