Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 60 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 60 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 60,174,732 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmar pêketîyan pirtir 12,7 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 9,2 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6,1 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê heta niha 1,417,153 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 261,480 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 170,115 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 92,381 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG