Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 61 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 61 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 61,026,993 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 13 mîlyonan e. Li dû Amerîka, bi 9,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 6,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,432,817 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 263,455 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêş de ye û li dû wê bi 171,460 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 92,488 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG