Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 62 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 62 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 62,265,915 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 13,2 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi pirtir ji 9,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,452,608 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 266,063 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêş de ye û li dû wê bi 172,561 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 92,681 kes bi vîrusa korona ketine û 4,743 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG