Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 67 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa koroan 67 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 67,132,062 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 14,7 mîlyonan e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 9,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,537,070 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 282,132 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 176,941 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 93,577 kes bi vîrusa korona ketine û 4,746 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG