Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 70 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 70 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 70,000,538 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 15,7 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 9,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,589,964 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 293,785 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 179,765 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 94,111 kes bi vîrusa korona ketine û 4,748 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG