Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêjmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 75 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 74 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 74,288,196 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 17 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 9,9 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,650,301 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 307,501 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 183,735 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 94,626 kes bi vîrusa korona ketine û 4,757 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG