Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 75 Mîlyonan Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 75 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 75,019,857 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 17,2 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 9,9 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 7,1 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,663,523 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 310,782 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 184,827 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 94,734 kes bi vîrusa korona ketine û 4,759 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG