Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Gihişt 77 Mîlyonan


Hejmara pêketîyên vîrusa korona gihişt 77 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 77,188,346 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 18 mîlyonan e.

Li dû Amerîka, Hîndistan tê ku li wî welatî hejmara pêketîyan 10 mîlyon derbaz kiriye. Li Brezîlya jî pirtir ji 7,2 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê nêzî 1,7 mîlyon kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 318,782 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 186,764 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin li Çînê 95,135 kes bi vîrusa korona ketine û 4,764 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG