Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 83 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 83 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 83,192,664 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 20 mîlyonan e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 7,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,813,087 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 344,399 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 193,875 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 95,944 kes bi vîrusa korona ketine û 4,782 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG