Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 97 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 97 mîlyonan borî. Li gor agahîyê ndawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 97,283,614 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 24 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, û li dû wê jî bi 8,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê pirtir ji mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 408,382 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 212,831 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 98,544 kes bi vîrusa korona ketine û 4,801 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG