Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona yên li Amerîka ji 25 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Amerîka 25 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 25,098,475 kes bi vîrusa korona ketine û 418,673 kes bi wê mirine.

Serokê Amerîka Joe Biden di rojên borî de ser têkoşîna vîrusa korona hin fermanên qanûnder îmza kiribûn û dîyar kiribû ku guherîna rewişa niha dê çend mehan bidome.

Biden gotibû ku dibe ku di meha pêş de hejmara mirinên ji vîrusa korona bigêhîje 500 hezarî.

Çaverê ye ku Amerîka di rojên pêş de bo vaksîna vîrusa korona ya Johnson & Johnsonê jî destûr bide.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci da zanîn ku ew li bendê ne ku Johnson & Johnson heta du hefteyan serlêdanê bike.

Vaksîna vîrusa korona ya wê kompanîyê dozekê tenê ye û li gor Fauci yekbûna doza vaksînê dibe ku peyvajo zûtir çêbe.

Li Amerîka ser belavkirin û lêdana vaksînê hin rexne hene.

Rêvebirîya Serokê berê Donald Trump dîyar kiribû ku ewê heta dawîya sala 2020’an 20 mîlyon vaksînê li xwe din, lê ew armanc pêk nehatibû.

XS
SM
MD
LG