Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 100 Mîlyonî Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 100 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 100,296,057 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 25 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 8,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 2,158,473 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 425,216 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 218,878 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û dûre jî li welatên din hatibû dîtin. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 99 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 4808 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG