Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 106 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 106 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 106,166,898 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyên vîrusa korona pirtir ji 27 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 9,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,317,379 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 463,471 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 231,534 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,822 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG