Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 110 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 110 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 109,067,558 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 27,6 mîlyon e. Li dû Amerîka bi nêzî 11 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 9,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,405,546 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 486,106 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 239,245 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 100,608 kes bi vîrusa korona ketine û 4,829 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG