Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 111 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 111 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 111,085,606 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 28 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,9 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 10,1 mîlyon Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 2,460,726 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 497,648 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 245,977 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,833 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG