Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 113 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 113 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 113,046,901 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 28 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 11 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 10,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 2,508,796 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 508,307 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 251,498 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,834 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG