Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 120 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 120 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 118,584,969 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 30 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 11,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 11,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,630,118 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 530,821 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 272,889 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,225 kes bi vîrusa korona ketine û 4,839 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG