Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 122 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 122 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 122,086,638 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 30 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 11,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 11,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,695,945 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 540,733 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 287,499 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û di wir re derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,494 kes bi vîrusa korona ketine û 4,839 kes bi wê canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG