Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 135 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 135 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 134,322,229 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 31 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 13,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 13 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,908,190 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 560,946 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 345,025 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,998 kes bi vîrusa korona ketine û 4,843 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG