Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 140 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 140 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 138,302,131 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 31,4 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 14 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 13,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,973,874 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 564,402 mirinên ji vîrusa li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 361,884 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,118 kes bi vîrusa korona ketine û 4,845 kes bi wê mirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG