Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 150 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 150 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 147,437,355 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 32 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 17,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 14,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,114,055 kes bi vîrusa korona ketine. Amerîka bi 572,605 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 390,797 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,388 kes bi vîrusa korona ketine 4,845 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG