Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 153 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 153 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 153,084,533 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 32,4 mîlyon e. Li dû Amerîka bi qasî 20 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi 14,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,206,618 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 577,402 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 407,639 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derket û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,532 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG