Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 170 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 170 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 168,980,906 kes bi vîrusa koroan ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespîtkirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 33 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 27,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 16,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,511,632 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 593,288 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 456,674 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û di wir re derbazî dewletên din bûbû.

Îstixbarata Amerîkî derbarê destpêka vîrusa korona li ser du gumanan disekine ku li gor yekê vîrus ji heywanan derbazî însanan bûye û li gor ya din jî vîrus ji laboratuvarekê piştî qezayekê belav bûye.

XS
SM
MD
LG