Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 170 Mîlyonî Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 170 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 170,074,768 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 33 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 27,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 16,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,535,842 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 594,414 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 461,057 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,960 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG